Wezareta derve ya Misirê bi tundî bersiva Erdogan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305480-wezareta_derve_ya_misirê_bi_tundî_bersiva_erdogan_da
Piştî mirina serokomarê berê yê Misirê Mihemed Mursî, serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehandibû ku Mursî bi asayî nemiriye û Tirkiye dê hewla dadgeh kirina Misirê bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2019 06:59 Asia/Tehran
  • Wezareta derve ya Misirê bi tundî bersiva Erdogan da

Piştî mirina serokomarê berê yê Misirê Mihemed Mursî, serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehandibû ku Mursî bi asayî nemiriye û Tirkiye dê hewla dadgeh kirina Misirê bide.

Duh 20.06.2019ê wezareta derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragehand, ew daxuyaniyên Erdogan ‘’destwerdanên aşkera ye li karûbarên navxweyî yê Misirê û zêdegavî ye.’’

Wezareta derve ya Misirê daxuyaniya xwe de serokomarê Tirkiyê bi ‘’Neberpirsane’’ da nasandin û dibêje Erdogan ‘’Hewl dide hizra tundiyê ya Îxwan El Muslimîn belav bike.’’

Herwiha wezîrê derve yê Misrê Samih Şukrî di daxuyaniya xwe de diyar kir: Pirsgirêkên navxweyî yên Erdogan û welatê wî gelekn in lewma ew hewl dide bi wan daxuyaniyan wan pirsgir;kan veşêre û bala raya giştî ji ser wan bixalif'ne.

Şukrî herwiha got: Gotinên Erdogan nîşana pêwendiya wê bi koma Îxwan el-Muslimîn re ye.

Serokomarê berê yê Misirê Muhemed Mûrsî Îsa Eleyat di civîna dadgehê ya mehkemekirina wî bi tawana sîxoriyê de ji xwe çû û piştî wê emrê Xwedê kir.

Pêwendiyên Tikiyê û Misrê van salên dawiyê piştî darbeya artêşa Misrê ya bin fermandariya general Ebdulfetah El-Sîsî serokomarê vê demê yê Misrê li dijî hikûmeta Muhemed Mursî aloz û tevlîhev bû.