Dadgehê tometbariya ser Leyla Guven, Muhemed û Fatime Ocalan rakir
Di civîna dadgehê ya hilkolandina dosiya hevseroka KCDê û parlemantera Colemêrgê ji HDPê Leyla Guven û Muhemed û Fatime Ocalan bira û xweşka Abdullah Ocalan de ya bi tometbariya propaganda ji bo komên Terorîstî, dadwerê vê dosiyê tometbariya hanê ji ser wan rakir û ew bê guneh dan zanînê.
Rojnama Evrensel nivîsiye: Di civîna dadgehê ya çiqa şeşan a Rihayê de ku ser hilkolandina dosiya hevseroka KCDê û parlemantera Colemêrgê ji HDPê Leyla Guven û Muhemed û Fatime Ocalan bira û xweşka Abdullah Ocalan bi tometbariya propaganda ji bo komên Terorîstî hatibû lidarxistin, dadwerê vê dosiyê piştî hilkolandina tometbariya hanê ew bê guneh dan zanînê.
Civîna hilkolandina dosiya Leyla Guven û Muhemed û Fatime Ocalan li hebûna parêzerên wan li dar ket û dadwer diyar kir ku hegerên diyarbûyî ji aliyê dozgerê dosiyê nakevin nav sûçên diyarbûyî li qanûnên Tirkiyê, loma ew bê guneh tên zanîn û ev dosiya tê girêdanê.
Hêjayî gotinê ye ku ev dosiya têkeldarî lidarxistina merasima roja jidêbûna Abdullah Ocalan e ku li sala 2017 li mala biryayê wî hatibû lidarxistin. Piştî vê merasimê dozgerê Rihayê li dijî 35 kesên beşdarî vê merasimê doz vekir û dosiya wê şande ber destê dadgehê.