Tirkîyê piştgirî da rapora NY ya derbarê kuştina Cemal Qaşiqçî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305444-tirkîyê_piştgirî_da_rapora_ny_ya_derbarê_kuştina_cemal_qaşiqçî_da
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê piştgirî da pêşnîyara Raportêra Taybet a Civata Mafên Mirovan a NY derbarê kuştina rojnamevanê rexnekerê Seûdî Cemal Qaşiqçî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2019 14:40 Asia/Tehran
  • Tirkîyê piştgirî da rapora NY ya derbarê kuştina Cemal Qaşiqçî da

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê piştgirî da pêşnîyara Raportêra Taybet a Civata Mafên Mirovan a NY derbarê kuştina rojnamevanê rexnekerê Seûdî Cemal Qaşiqçî da.

Raportêra Taybet a Civata Mafên Mirovan a NY di Darvekirinên Neqanûnî û Xweserane de Agnes Callamardê îro di raporekê de ragihand ku kuştina Qaşiqçî neqanûnî û biqest bûye ku Paşayê Erebistanê berpirs e, lewma Sêkrêtêrê Gişt NY Antonyo Gotêrêş divê fermana lêkolînên tam derbarê vê dosîyê da bide.

Ajansa Nûçan a Anadoluyê jî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Şawûşoglu bi dû belavbûna rapora Agnes Callamardê ragihand ku Enqere piştgirîyê dide pêşnîyara Raportêra Taybet a Civata Mafên Mirovan a NY ya jibo zelalkirina kuştina Qaşiqçî û lêpirsîna ji berpirsên vê cinayetê.