Berteka Çavûşoglu li hember gefên vê dawiyê yên Yekitiya Ewrûpayê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê got ku bila Yekitiya Ewrûpayê tu mudaxileyekê li operasyona vî welatî bona derxistina gazê ji deryaya Medîteranê û Qibrisê neke.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Sputnik`ê, Mewlûd Çawûşoglu wek berteka li hember gefên vê dawiyê yên Yekitiya Ewrûayê derheq hitmala boykota kolandinên Tirkiyê li avên kêşeliser ên nêzîkî girava Qibrisê got: Yekitiya Ewrûpayê tu cure heq û desthilatek bo kivşkirina sînoran tine.
Konseya Yekitiya Ewrûpayê vê dawiyê ji Tirkiyê xwest ku rêzê ji mafên Qibrsê bigre û bila derxistina gazê ji navça aborî ya rojava Qibrisê rawestîne.
Di hemen demê de Faroq Qeymaqçî alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê raghand ku sînorên welatekî ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê kivş nebe û Yekitiya Ewrûpayê nikare qezawetekî wiha bike.
Qeymaqçî got ku Tirkiye hêvî dike dewra kêşe û gêreyên ser enerjîyê veguhere yek ji warên hevkariyê.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê pêştir jî gotibû ku navçên kolandinê ji aliyê Tirkiyê li deryaya Medîteranê tam li gor raghandina NY di bin kontrola vî welatî de ye.