Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê tê Îranê
Hezîran 19, 2019 04:45 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ligorî gazîkirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê, dê sibê 20`ê Hezîranê seredana Têhranê bike.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu ligorî teylîfkirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf yê sibê Pêncşem 20`ê Hezîranê seredana Têhranê bike.
Ligorî agahîyên ku ji Balyozxana Tirkîyê li Têhranê hatine bidestxistinê, Çavûşoglu dê bi merema pişkdarîya di civîna Komsyona Hevpar a Plandarêjîya Istiratêjîk a Îran-Tirkîyê da ku biryar e li şarê Isfehanê were lidarxistinê, seredana Îranê bike.
Yekem civîna Komsyona Hevpar a Plandarêjîya Istiratêjîk a Îran-Tirkîyê biryar e ku roja înî 21`ê Hezîranê li şarê Isfehanê were lidarxistinê.