Demirtaş: Ocalan di 20 salên buhurî da hertim peyama aştîyê daye
Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di civîna dadgehê li Enqerê da got: Ebdullah Ocalan di 20 salên ku di zîndanê de ye, hertim peyama aştîyê daye.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, civîna dadgehê jibo şopandin û hilkolandina yek ji dosîyên herîgirîng ên Hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demirtaş ku têde jibo vî sîyasetvanê Kurd dozgerîyê daxwaza cezaya 142 salên hepsê jibo wî kirîye, li salona civînan a Zîndana Sîncan a Enqerê hat lidarxistinê.
Demirtaş dema xweparastinê de ragihand: Ji ber bikaranîna nasnavê Rêberê Kurdan jibo Ocalan, dijî min dosîya ddwerîyê vekiinw. Ez bi hîç awayekî fikir nakim ku gotina ``rêberê Kurdan`` sûc be. Dema ku Ocalan peyama aştîyê dida, hikûmeta AKP`ê nunerên fermî şandin Imralîyê jibo hevdîtina digel Ocalan û Tirkîyê bi rastî wê dewrê da alûgurên erênî derbas kirin. Lewma pêngavên Ocalan jibo aştîyê hêjayî pesindan û rêzgirtinê neAştî bi vî awayî dikare pêk bê. Rêzgirtina min bo Ocalan ji ber peyamên wî yên aştîyê ye û ez hela jî bi awayekî taybet rêzê li wî digirim.
Demirtaş herwiha got: Ez niha ji ber hizr û nêrîna sîyasî ya xwe têm muhakimekirinê. Min nasnavê ``rêberê Kurdan`` jibo Ocalan ne tenê li Meclisê belkî li gellek deran bi kar anîye û ew jî ji hewildanên Ocalan yên jibo aştîyê çavkanîyê digire. Peyama jibo aştîya Tirkîyê ji hêla kesayetîyekî sîyasî va ku 20 sal in di odeyeke giravekê de girtî ye, zîyanê nagihîne tu kesî.