Bi dehan leşkerî li Tirkiyê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305407-bi_dehan_leşkerî_li_tirkiyê_hatin_girtin
Dozgerê Îzmîrê li Tirkiyê hikmê girtina 65 kesan ku 48 ji wan leşker in da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2019 14:13 Asia/Tehran
  • Bi dehan leşkerî li Tirkiyê hatin girtin

Dozgerê Îzmîrê li Tirkiyê hikmê girtina 65 kesan ku 48 ji wan leşker in da.

IRIB Newsê îro ragihand ku dozgeriya Îzmîrê îdia dike hikmê girtina van kesana di çarçova lêkolînên ser birêxistinbûna bi dizî ya Koma Gulen di nav artêşa Tirkiyê de hatiye dayîn.

Hikûmeta AKPê ya Tirkiyê heya niha bi dehan hezar dijber û neyarên xwe yên di nav teşkîlatên curbicur ên hikûmetî ji wan di nav artêş û teşkîlata dadweriyê de bi tawan endambûna wan di nav koma Gulen girtine û gelek ji wan xistine zîndanan û gelek ji wan jî ji karên wan dûr xistine.

Hikûmeta AKPê îdia dike ku plankarê darbeya 15 Tîrmeha 2016 Fetullah Gulen e, lê belê Gulen ev îdiaya red kiriye.