Îmamoglu derheq serketina xwe li hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê dilniya ye
Namzedê CHPê yê ji bo şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu dilniya ye ku serkevtiyê hilbijartina 23 Hezîranê ew bi xwe ye.
Li gor nûçeya televîziyona APTN, Namzedê CHPê yê ji bo şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu duh ragihand, bê edaletî ya ji ber îbtalkirina serkevtina wî ya 31 Adarê bû sedem ku hilbijêr biryara cidî bidin ku li hilbijartina 23 Hezîranê dengê xwe bidin wî.
Namzedê CHPê yê ji bo şaredariya Stenbolê desnîşan kir ku serkevtina dubare ya wî wek serkevtina demokrasiyê ye û got: Partiya wî ji bo girtina pêşiya îbtalkirina dubare ya encama hilbijartina ku ew tê de serdikeve, çi ji destê wê were dike.
Li hilbijartina 31 Adarê ya şaredariyan Ekrem Îmamoglu li hemberî namzedê partiya serdest a AKPê ji bo şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim serket, lê belê AKPê encama wê qebûl nekir û bi îdiaya hebûna sextekariyê li hilbijartina Stenbolê encama wê îbtal kir û xwest ku hilbijartin dîsa li 23 Hezîranê were lidarxistin.