Amerîkayê careke din derbarê S-400an de gef li Tirkiyê xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305394-amerîkayê_careke_din_derbarê_s_400an_de_gef_li_tirkiyê_xwar
Wizareta paeastinê ya Amerîkayê (Pentagon) careke din derbarê sîstema parstina hewayî ya S-400 a Rûsî de gef li Tirkiyê xwar û ragihand ku ne tenê firokeyên şer ên F-35, lê çekên din ên Amerîkayê jî ku kompaniyên Tirkiyê li berhemanîna wan beşdar in muhtemel e bikevin nav cezayên li dijî Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2019 08:28 Asia/Tehran
  • Amerîkayê careke din derbarê S-400an de gef li Tirkiyê xwar

Wizareta paeastinê ya Amerîkayê (Pentagon) careke din derbarê sîstema parstina hewayî ya S-400 a Rûsî de gef li Tirkiyê xwar û ragihand ku ne tenê firokeyên şer ên F-35, lê çekên din ên Amerîkayê jî ku kompaniyên Tirkiyê li berhemanîna wan beşdar in muhtemel e bikevin nav cezayên li dijî Tirkiyê.

Amerîka, ji ber biryara kirîna sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Rûsî zex û zorên li ser Tirkiyê zêde dike. Pentagonê di vê barê de ragihand ku eger Tirkiye S-400an bikire, ji xeynî dûrxistina wê ji bernama firokeyên şêr ên F-35, çekên din ên Amerîkayê jî ku kompanyên Tirkiyê li berhemanîna wan beşdar in muhteme e bikevin nav cezayên li dijî Tirkiyê.

Rawêjkarê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Ellen Lord, ragihand ku Waşîngton ji xeynî kompanyên ku parçeyên firokeyên F-35 berhem tînin, dixebite kompaniyên din ên Tirkiyê jî ku li berhemanîna çekên din beşdar in jî bêxe nav boykotan.

Lord da zanîn ku niha ev herdu mijar ji hev tên cudakirin, lê di nav hikûmeta Amerîkayê de tîmek heye ku di çarçoveya qanûna CAATSAyê de hitmala sepandina cezayan bo ser kompanên din ên Tirkiyê jî di ber çav re derbas bike.

Lord di Pêşangeha Firokevanî ya Parîsê de got: "Me li wezaretê ji xeynî F-35an hemû tişt di çarçoveya berevaniyê de nirxand û evna jî dikevin nav cezayên CAATSAyê." Lord diyar ku heta niha biryareke tekez nîne, lê ew ceza dê zerareke zêde bighînin pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyê.