Nakokîyên di navbera Yûnan û Tirkîyê liser Qibrisê dijwar bûn
Serokwezîrê Yûnanê ragihand ku heke Tirkîye bixwaze bi peydakirina gazê li Qibrisê mafên gelên Yûnan û Qibrisê binpê bike, ligorî ihtimalê YE`yê dê boykotan ser Enqerê da bisepîne.
Ligorî rapora Televîzyona Rusia Al Yewmê, Serokwezîrê Yûnanê Alexis Tsipras îro piştî civîna awarte ya Civata Karên Derve û Wezareta Berevanîyê ya vî welatî herwiha got: Aten û Nîkozîya binpêkirina qanûnên navnetewî bi destê Enqerê şermezar dikin.
Serokwezîrê Yûnanê herwiha got: "Heke were selimandinê ku Tirkîyê li devera aborî ya taybet a Qibrisê dest bi peydakirina gazê kirîye, Enqere dê bikeve ber boykotên YE`yê".
Ev gotinên Serokwezîrê Yûnanê di halekî da ne ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê duh ragihand ku peydakirina gazê bi destê Enqerê li rojhilata Deryaya Medîteranê, ne binpêkirina qanûnên navnetewî ye".