Asta bêkarîyê li Tirkîyê jorda çû
Navenda Estatîstîka Dewletî ya Tirkîyê ragihand ku asta bêkarîyê li vî welatî jorda çû.
Ligorî rapora Malpera Rojnama Yeni Şafakê ya Tirkîyê, asta bêkarîyê di meha Adara îsal li vî welatî da gihîştîye sedî 14.1`ê û hejmara bêkaran jî giheîtşye 4 milyon û 544 hezar kesî.
Ligorî amarên nû yên têkildarî rewşa bazara Tirkîyê, bi saya dewama dûhatên daketina bihaya diravê netewî ser aborîya Tirkîyê, asta bêkarîyê li vî welatî gihîştîye sedî 14.1`ê ku asta herîjorîn a tomarkirî di 10 salên vê dawîyê li vî welatî ye.
Asta bêkarîyê di 3 mehên ber bi Çillê ve da sedî 13.5 bû û bi jordaçûna sedî 1.2`yê ya asta bêkarîyê, niha rewşa bazara karkirinê li vî welatî nemaze jibo ciwanên Tirkîyê gellekî xirabtir bûye.. Di 3 mehên dawîya sala buhurî da aborîya Tirkîyê sedî 3 piçûktir bû ku rewşa herîxirab a ji sala 2009`ê ve tê hesêb.
Çav li rê ye ku di mehên bê de jî asta bêkarîyê li Tirkîyê jorda here. Asta bêkarîya ciwanên 15-24 salî gihîştîye sedî 26.7`ê ku ji sala 2005`ê ve negihîştibû vê astê.