Gengeşeya têlêvîziyonî ya Bînalî Yildirimê AKP'î û Ekrem Îmam oxlûyê CHP'yî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305362-gengeşeya_têlêvîziyonî_ya_bînalî_yildirimê_akp'î_û_ekrem_Îmam_oxlûyê_chp'yî
Bînalî Yildirimê AKP'î û Ekrem Îmam oxlûyê CHP'yî Yekşemiyê wek du berednamên sereke yên Hilbijartina şaredariya Istenbûlê beşdarî gengeşeya zindî ya têlêvîziyonî bûn.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Hezîran 17, 2019 07:48 Asia/Tehran
  • Gengeşeya têlêvîziyonî ya Bînalî Yildirimê AKP'î û Ekrem Îmam oxlûyê CHP'yî

Bînalî Yildirimê AKP'î û Ekrem Îmam oxlûyê CHP'yî Yekşemiyê wek du berednamên sereke yên Hilbijartina şaredariya Istenbûlê beşdarî gengeşeya zindî ya têlêvîziyonî bûn.

Yildirim di vê gengeşeyê de ku bi awayê zindî di gellek kanalên têlêvîziyonî de dihat weşandin, got: Min heta niha di heyama berpirsiyariya xwe karine baş kirine û piştî 23ê Hezîranê jî eger şaredariya Istenbûlê bikeve destê min, ezê xizmetine pirtir raber bikim.

Yildirim got: Eger CHP piştî 31ê Adarê li dijî jinûve hejmartina dengan dernediket, ev hilbijartin nedihat dubarekirin. AKPê nedixwest ku hilbijartin were dubarekirin.

Ekrem Îmam oxlû namzedê CHPê jî di vê gengeşeyê de got: Dubarekirina hilbijartina Istenbûlê rikeberiyeke dêmokratîk û têkoşîna 16 miliyon kesî jibo mafê xwe ye. Ez şaredarê hilbijartî me. Şaredarê Hilbijartî ku ev destûr wergirtiye. Hilbijartina dubare têkoşîna jibo Dêmokrasiyê ye. Têkoşîna jibo dêmokrasiyê li hemberî kesên ku mafê me û mafê 16 miliyon kesî ji me istandin.

Konseya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê li gorî gazindeya AKPê li bara sextekariya di hilbijartina 31ê Adara 2019an a Şaredariya Istenbûlê, demek beriya niha betalbûna vê hilbijartinê û dubarekirina vê pêvajoyê di 23ê Xuzeyrana 2019an de ragihand.