Birca Zîrevaniyê ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê kete ber êrîşê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305335-birca_zîrevaniyê_ya_tirkiyê_li_bakurê_sûriyê_kete_ber_êrîşê
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê qala lêketina topên hawanê li Birca Zîrevaniyê ya Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • Birca Zîrevaniyê ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê kete ber êrîşê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê qala lêketina topên hawanê li Birca Zîrevaniyê ya Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya ANA Newsê, Xulûsî Akarê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Birca Zîrevaniyê ya Tirkiyê ya hejmara 9 ku li navçeya Kêmkirina Kêşeyan li parêzgeha Idlibê ye ketiye ber êrîşa bi topên hawanê.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê her wiha tevî amajeya bi vêya ku ji ber êrîşên topxaneyî li navenda kontrol û zîrevaniyê ya artêşa Tirkiyê li Idlibê tu ziyaneke canî çênebûye, got: Ji ber van êrîşan zirar li binavahî û amûrên vê navendê ketiye.