Rapirsiya Sonar: Îmamoglu sedî 5.6 li pêş Yildirim e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305328-rapirsiya_sonar_Îmamoglu_sedî_5.6_li_pêş_yildirim_e
Serokê Şirîketa Vekolinê ya Sonar Hakan Bayrakçî bal kişand ser Hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê ya duyem ku 23 Hezîrana 2019 anku hefteyeke din tê lidarxistin û got: Namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu sedî 5.6 li pêş namzedê AKP û MHPê Bînalî Yildirim e .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2019 09:07 Asia/Tehran
  • Rapirsiya Sonar: Îmamoglu sedî 5.6 li pêş Yildirim e

Serokê Şirîketa Vekolinê ya Sonar Hakan Bayrakçî bal kişand ser Hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê ya duyem ku 23 Hezîrana 2019 anku hefteyeke din tê lidarxistin û got: Namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu sedî 5.6 li pêş namzedê AKP û MHPê Bînalî Yildirim e .

Li gor nûçeya Ajansa nûçeyan a ikenD Serokê Şirîketa Vekolinê ya Sonar Hakan Bayrakçî got: Hefteyek maye hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê ya duyem li 23 Hezîrana 2019 pêk were,  di vê çarçovê de şirîketa Sonar rapirsiyek li dar xist ku di encamê de sedî 5.6 hejmara dengên namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu ji yên namzedê hevbeş ê AKP û MHPê Bînalî Yildirim  zêde ye.

Wî li rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye ku encama hilbijartina dubare ya şaredariya Stenbolê hefteyek berî lidarketina wê wisa tê pêşbînîkirin:

Namzedê CHPê Ekrem Îmamogl: Sedî 52.3ê dengan

Namzedê hevbeş ê AKP û MHPê Bînalî Yildirim: Sedî 46.7ê dengan

Û namzedên din: Sedî 0.9 dengan, qezenc dikin.