Rapirsiya Sonar: Îmamoglu sedî 5.6 li pêş Yildirim e
Serokê Şirîketa Vekolinê ya Sonar Hakan Bayrakçî bal kişand ser Hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê ya duyem ku 23 Hezîrana 2019 anku hefteyeke din tê lidarxistin û got: Namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu sedî 5.6 li pêş namzedê AKP û MHPê Bînalî Yildirim e .
Li gor nûçeya Ajansa nûçeyan a ikenD Serokê Şirîketa Vekolinê ya Sonar Hakan Bayrakçî got: Hefteyek maye hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê ya duyem li 23 Hezîrana 2019 pêk were, di vê çarçovê de şirîketa Sonar rapirsiyek li dar xist ku di encamê de sedî 5.6 hejmara dengên namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu ji yên namzedê hevbeş ê AKP û MHPê Bînalî Yildirim zêde ye.
Wî li rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye ku encama hilbijartina dubare ya şaredariya Stenbolê hefteyek berî lidarketina wê wisa tê pêşbînîkirin:
Namzedê CHPê Ekrem Îmamogl: Sedî 52.3ê dengan
Namzedê hevbeş ê AKP û MHPê Bînalî Yildirim: Sedî 46.7ê dengan
Û namzedên din: Sedî 0.9 dengan, qezenc dikin.