Almanya bo Tirkiyê: Mûşekên rûsî yên S400 nekire
Hukimeta Almanyayê li ser rêkeftina kirîna mûşekên S400an Tirkiye hişyar kir û ji Enqere xwest biryara xwe ji ber çav derbas bike.
Li gor nûçeya televîziyona Deutsche Welle ya Almanyayê Berdevka hukimeta Almanyayê Ulrike Demmer diyarkir: “Hukimeta Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya NATO de daxwaz jiTirkiye dike, ku biryara wergirtina S400an ji ber çav derbas bike”.
Berdevka Hukimeta Almanyayê destnîşankir, ku rêkeftina kirîna S400an a Tirkiye ji Rûsyayê bûye babetek germ a gengeşeyan di nav NATO de. Divê neyê jibîr kirin, ku bicîhkirina S400an dê ligel xwe dorpêçên Amerika beramberî Tirkiye bîn e û ev yek ne di berjewendiya NATO û ya Tirkiye bi xwe de ye.
Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan diyarkiribû, ku: “Em li ser rêkeftina S400an naxivin. Ev babet qediya ye. Me kiriye! Inşallah meha pêşya me, dê S400 bicîh bibin”.
Ev îsrara Tirkiyê ser kirina mûşekên S400 bûye sedema nakokî û dijberiyên kûr di navbera Amerîka û Tirkiyê û Kongera Amerîkayê li hemberî vê biryara Tirkiyê bertekek tund nîşan daye. Amerîka gef li Tirkiyê xwariye ku wê wî welatî ceza bike û balafirên F-35 jî nafiroşe Tirkiyê.