Erdogan: Tirkiye kiryarên sepndî yên vê dawiyê li Qudsê qebûl nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305317-erdogan_tirkiye_kiryarên_sepndî_yên_vê_dawiyê_li_qudsê_qebûl_nake
Serokkomarê Tirkiyê îro li pêncemîn konferansa hevkarî û pêkanîna baweriyê li Asiyayê li bajarê Doşembeya paytexta Tacîkistanê ser piştgiriya Enqerê ji Filistînê teqez kir û got: Tirkiye kiryarên sepandî yên vê dawiyê li Qudsê qebûl nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2019 15:40 Asia/Tehran
  •  Erdogan: Tirkiye kiryarên sepndî yên vê dawiyê li Qudsê qebûl nake

Serokkomarê Tirkiyê îro li pêncemîn konferansa hevkarî û pêkanîna baweriyê li Asiyayê li bajarê Doşembeya paytexta Tacîkistanê ser piştgiriya Enqerê ji Filistînê teqez kir û got: Tirkiye kiryarên sepandî yên vê dawiyê li Qudsê qebûl nake.

 Receb Teyib Erdogan îro piştî nîvro li pêncemîn konferansa hevkarî û pêkanîna  baweriyê li Asiyayê li bajarê Doşembeya  paytexta Tacîkistanê li bara kiryara  Emerîkayê li guhestina balyozxana  vî welatî bo Qudsê axift û ew şermezar kir.

  Li gorî rapora Anadolu Newsê, serokkomarê Tirkiyê got ku em hewldana  bona guhertina  rewşa Qudsê û kiryarên dasepandî li Qudsê red dikin.

 Receb Teyib Erdogan her wiha teqez kir ku Tirkiye li bara mesela Filistînê helwesteka çalak heye.

 Wî ji Emerîka û civaka navneteweyî xwest ku rêzê ji biryarnameyên  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û cih û şûna  dîrokî û qanûnî ya Beytulmuqedesê bigrin.

Îranê, Qirqîzistan, Efganistan, pakistan, Koreya Başûr, Çîn, Rûsiye, Hind, Filistîn, Mogolistan, Qezaqistan, Ozbekistan, tacîklistan Komara Azerbaycanê û Taylend beşdariya pêncemîn Konfernsa "Danûstandin û Pêbawerîçêkirinê li Asyayê (CICA)"  bibûn.