Dijberiya Îran û Tirkiyê li hember yekalîxwaziyê li peywendiyên navneteweyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305306-dijberiya_Îran_û_tirkiyê_li_hember_yekalîxwaziyê_li_peywendiyên_navneteweyî
Serokkomarên Îran û Tirkiyê der dijberiya xwe li hember boykotên neqanûnî û yekalîxwaziya li navçê teqez kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2019 12:08 Asia/Tehran
  •  Dijberiya Îran û Tirkiyê li hember yekalîxwaziyê li peywendiyên navneteweyî

Serokkomarên Îran û Tirkiyê der dijberiya xwe li hember boykotên neqanûnî û yekalîxwaziya li navçê teqez kirin.

 Li gorî rapora malpera serokkomartiyê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li hevdîtina Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li kêleka pêncemîn civîna rayedarên Konfernsa ( Sîkayê) anku "Danûstandin û Pêbawerîçêkirinê li Asyayê (CICA)" li Duşenbeya paytexta Tacîkistanê bal kişand  ser vê yekê ku Têhran hez dike peywendiyên xwe bi Tirkiyê re li hemî waran bi taybet li warê aborî berfireh bike û got: Divê hewldanên  bona xurtkirina van hevkariyan û gîhandina  asta danûstandinên  salane yên her du welatan bo 30 milyar dularî  bên zêdekirin.

 Rûhanî her wiha hevkariyên  navçeyî yên Îran û Tirkiyê giring dan zanîn û destnîşan kir: Hevkariyên dualî û sêalî bi Rûsiyê re li warê meselên  navçeyî û ji wan li pêvajoya Astanê û avedankirina  Sûriyê, pir giring û li çarçoveya  xurtkirina şaitî û aramiya  navçê ye.

  Serokkomarê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê teqez kir: Peywendiyên Îran û Tirkiyê ber bi pêş in û xurtkirina  zêdetir a van peywendiyan li warên dualî û navçeyî pir giring e.

 Erdogan got: Tirkiye cidî ye ku  peywendiyên xwe bi Têhranê re li hemî waran berfireh bike.