Hevserokê HDPê: Operasiyona artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê sênaryoyek jibo Hilbijartina Stenbûlê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305301-hevserokê_hdpê_operasiyona_artêşa_tirkiyê_li_herêma_kurdistanê_sênaryoyek_jibo_hilbijartina_stenbûlê_ye
Sizayî Temelî, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di axaftinekê de tevî amajeya bi Operasiyona Çingê, got: Operasiyona artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê sênaryoyek jibo Hilbijartina Stenbûlê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2019 11:28 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPê: Operasiyona artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê sênaryoyek jibo Hilbijartina Stenbûlê ye

Sizayî Temelî, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di axaftinekê de tevî amajeya bi Operasiyona Çingê, got: Operasiyona artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê sênaryoyek jibo Hilbijartina Stenbûlê ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rojnameya Dîwar, Sizayî Temelî, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di axaftinekê de tevî amajeya bi Operasiyona Çingê, got: Operasiyona artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê sênaryoyek jibo Hilbijartina Stenbûlê ye. Wî tevî amajeya bi meseleya Kurdan got: Roja îro desthilata siyasî ya Tirkiyê hertim hêza xwe ji şêrr werdigire û hewil dide ku siyasetên zext û tundiya li ser gel bi taybet li ser jin  ûkarkerên civakê zêde bike. Di v navberê de jî meseleya herî girîng ku Tirkiye tûşî wê bûye, meseleya Kurdan e û bêyî çareserkirina meseleya Kurdan, ev Bêsiyasetbûn dê serê xwe negire. Bêyî çareseriya meseleya Kurdan, ti riyek ji bo dêmpkratîkbûnê li ber Tirkiyê nîne.

Wî di dewama gotinên xwe de tevî amajeya bi Sûriyê, got: Mînaka herî baş ku em têde dijîn, Sûriye ye. Siyaseta ku bi navê Kûrahiya Stratejîk hatiye hilêxistin û piştre bi awayekî ku mînaka wê li cîhanê nehatiye dîtin, Tirkiye bêhitbar kiriye û niha Sûriye ketiye rewşekê ku qeyrana wê nayê çareserkirin.

Sizayî Temelî, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) got: Her dema ku hilbijartinek ketiye pêşberî me, operasiyoneke leşkerî dest pê bûye û bi danandina navên sexte li van tevgerên leşkerî di nava gel da propagandayê bi rê dixin. Ev tevgera leşkerî sênaryoyek e ku jibo Hilbijartina Şaredariya Stenbûlê hatiye plandarêştin. Mîna operasiyonên Efrîn û Cerablusê di berbihurî de.