Berteka Tirkiyê li hemberî gefa Amerîkayê li bara kirrîna S400ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305277-berteka_tirkiyê_li_hemberî_gefa_amerîkayê_li_bara_kirrîna_s400ê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Enqere boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Tikriyê têkildarî kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê dê bêbersiv nehêle.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2019 13:00 Asia/Tehran
  • Berteka Tirkiyê li hemberî gefa Amerîkayê li bara kirrîna S400ê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Enqere boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Tikriyê têkildarî kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê dê bêbersiv nehêle.

Li gorî rapora Reutersê ji Enqerê, Mewlûd Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Îniyê her wiha got: Eger Amerîkayê ji ber kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê boykotan li ser Tirkiyê bisepîne, Tikriye dê hin kiryaran bi nîşana tolhldanê pêk bîmne.

Li pey van gotinan bihayê Lîreyê (yekîneya diravê Tirkiyê) li hemberî dolara Amerîkayê dakete xwarê û gihîşte asta herî kêm di heyama du hefteyên bihurî de.

Waşîngtonê Tirkiye hişyar kiriye ku eger Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê werbigire, boykotan li ser Tirkiyê disepîne û Enqerê ji bernameya fêrkirina firokevanên F35ê bêpar dike.

Ev di rewşekê de ye ku Çawûşoxkûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê heftiya bihurî di hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Anatoliyê gotibû ku betalkirina girêbesta kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve, ne pêkan e.