Erdogan: Meha bê sîstema S-400 wê radestî Tirkiyê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305232-erdogan_meha_bê_sîstema_s_400_wê_radestî_tirkiyê_bibe
Serokomarê Tirkiyê got ku Amerîka li bakurê Sûriyê bi hezaran ton alîkariyên serbazî, ji grûpên terorîst re şandine û diyar kir: “Tirkiye sîstema S-400 kirriye û jê venagere, ev mijar bi dawî bûye û meha bê sîstem radestî Tirkiyê tê kirin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2019 08:15 Asia/Tehran
  • Erdogan: Meha bê sîstema S-400 wê radestî Tirkiyê bibe

Serokomarê Tirkiyê got ku Amerîka li bakurê Sûriyê bi hezaran ton alîkariyên serbazî, ji grûpên terorîst re şandine û diyar kir: “Tirkiye sîstema S-400 kirriye û jê venagere, ev mijar bi dawî bûye û meha bê sîstem radestî Tirkiyê tê kirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê di civîna serkirdayetiya AKPê de gotarek got: "Armanca neyarên Tirkiyê ew e, ku dawiyê li desthelatdariya AKPê bînin, lê ew nikarin û hêz û şiyana wan ji bo vê yekê tune ye".

Erdogan diyar kir: “Ew pirsgirêkên ku bi ser welatê me tên, ne tesaduf in, lê berovajî vê yekê hemû girêdayî hevdû ne, em nikarin bi eşkere behsa hemû mijaran bikin. Hin mijar hene di civînên nehênî tên behskirin û hin mijarên din jî di civatên giştî tên behis kirin.”

Erdogan got: “Pêwîst nake ku em bibêjin kî pişta rêxistinên terorist digre, YPG, PYD li bakurê Sûriyê çalak in, gelo ew ne beşek ji PKKê ne? Baş e kî mezintirîn piştivan û alîkarê wan rêxistinane? Bêguman hevpeymanê me yê stratejîk e. Gelo bi deh hezaran ton çekên curbicur ji wan re peyda nekir û neşand? Êdî hûn behsa çi dikin? Niha armanca wan çiye? Armanca we hûn dawî bi desthilatdariya AKPê bînin? Ev xema wan e, lê ew nikarin, hêz û şiyana wan ji bo vê yekê tune ye.”

Serokomarê Tirkiyê li ser kirîna S-400an eşkere kir: “Me berî S-400an daxwaza Patrîotan kir, lê Kongreya Amerîkayê rizamendî nîşan neda. Herwiha di projeya çêkirina firokeyên F-35an de Tirkiye tenê kiryarê wê firokeyê nîne, di heman demê de em hevbeş in û heta niha me milyarek dolar pere ji bo vê projeyê xerc kiriye.”

Erdogan diyar kir: “Ezê dawiya vê mehê li Japonyayê li gel Trump bicivim, emê behsa S-400 û F-35an bikin, berî hevdîtinê emê peywendiyeke telefonî bikin û hinek pirs û mijar yekalî bikin, daku li gor peywendiya telefonî, em helwesta xwe ya dawî nîşan bidin.”