Tirkiye: Nama Amerika dijî rihê hevpeymaniyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305228-tirkiye_nama_amerika_dijî_rihê_hevpeymaniyê_ye
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derbarê nama Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê de got: “Yekser me dît ku şêwazê wê lidijî ruhê hevpeymaniya Amerîka û Tirkiyê ye. Li gor wê karên pêwîst tên kirin, bersiva pêwîst jî tê dayîn.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2019 07:57 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Nama Amerika dijî rihê hevpeymaniyê ye

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derbarê nama Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê de got: “Yekser me dît ku şêwazê wê lidijî ruhê hevpeymaniya Amerîka û Tirkiyê ye. Li gor wê karên pêwîst tên kirin, bersiva pêwîst jî tê dayîn.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku bi serdanekê li welatê Azerbaycanê ye, duh li Navenda Kongreyan a Haydar Aliyev li bajarê Gebele yê Azerbeycanê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Akar da zanîn ku ew dê dawiya vê mehê di çarçova civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê de ligel Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan bicive.

Akar got: “Wek hûn dizanin min ji Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê nameyek wergirt. Derbarê şêwazê wê de wek raya giştî bi hestyarî li ser radiweste em jî bi hestyarî li ser radiwestin. Herçiqas di namê de, behsa dîtina çareseriyê bo pirsgirêkên heyî di çarçova hevbeşiya stratejîk de tê kirin jî, lê ji destpêkê ve me dît ku şêwazê wê ligel ruhê hevpeymaniyê nagunce. Li gor wê karên pêwîst tên kirin û emê di rojên pêş de bersiva wan bidin. Herwiha dawiya vê mehê li Brukselê civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê heye. Li wê derê jî emê  ligel Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bicivin.”

Di vê çarçovê de wezareta berevaniyê ya Tirkiyê jî diyar kir ku Enqere bi zûtî dê bersiva nama wekîlê wezîrê parastinê yê Amerîkayê li bara balafirên F-35 bide.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê herwiha diyar kir ku Pênşemiyê bi telefonê ligel Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dê biaxive û tekez kir, ewê nerînên xwe yên derbarê mijarê de bînin ziman.