Karwanê nû yê eskerî yê artêşa Tirkiyê bo bakurê Sûriyê
Karwanê nû yê artêşa Tirkiyê derbasî bakurê Sûriyê bû.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, ev karwanê eskerî ku çend trimbêlên zirixî, panzer û tankan digre ber xwe, ji çend rojan berî niha ve derbasî navça sînorî ya bajarê Kerîkxanê ya parêzêgeha Hatayê li başûrê Tirkiyê bibû Sêşemiyê şevê derbasî bakurê Sûriyê bû û piştre hat şandin bo bajarê Efrînê li parêzêgeha Heleba Sûriyê.
Çavkaniyên Tirkiyê raghandin ku ev karwanê eskerî bona xurtkirina hêza berebvniyê artêşa Tirkiyê li warê operasyonî ya hêzên çekdar ên vî welatî li bakurê Sûriyê hat şandin bo EFrînê.
Şamê bi caran operasyon û hizûra neqanûnî ya eskerên Tirkiyê û Emerîkayê li axa Sûriyê rexne kiriye.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.
Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya DAIŞê li vî welatî girêde.