Teqezkirina wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ser rawestana vî welatî li hember Emerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305202-teqezkirina_wezîrê_karên_hundir_ê_tirkiyê_ser_rawestana_vî_welatî_li_hember_emerîkayê
Wezîrê Karên hundir yê Tirkiyê bal kişand ser gefên aborî yên Emerîkayê li dijî Tirkiyê û got: "Tirkiye ne welatek e bac û bêşan bide Emerîkayê".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2019 12:36 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ser rawestana vî welatî li hember Emerîkayê

Wezîrê Karên hundir yê Tirkiyê bal kişand ser gefên aborî yên Emerîkayê li dijî Tirkiyê û got: "Tirkiye ne welatek e bac û bêşan bide Emerîkayê".

 Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya  IRNA`yê, Suleyman Soylû bal kişand ser vê yekê ku Emerîka her tim gefên aborî li dijî Tirkiyê didomîne û diyar kir: "Ew çavrê ne ku bac û bêşan ji Enqerê bistînin li halekî ku  Tirkiye dê bac û bêşan nede tu welatî".

Wezîrê Karên hundir yê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka her 10 an 20 salan carekê li dû istandina bac û bêşan ji Tirkiyê bûye û got: "Gefên  aborî yên Emerîkayê  li halekî ji sala 2017`an  va pir zêde bûye ku Enqerê li hemberî vî welatî ber xwe daye".

 Aloziyên navbera  Enqerê û Waşengtonê piştî destpêbûna qeyrana li Sûriyê cidîtir bû û bi girêdana  peymana  kirrîna sîstema mûşekî ya S-400ê ji Rûsiyê tevî hişyariyên Waşengton pir zêde bû.

 Li kiryara herî dawiyê ya Waşengtonê li dijî Enqerê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li daxûyaniyekê ragihand ku hevhatinnama  ticareta  tercîhî bi Tirkiye re îbtal bike