Teqezkirina wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ser rawestana vî welatî li hember Emerîkayê
Wezîrê Karên hundir yê Tirkiyê bal kişand ser gefên aborî yên Emerîkayê li dijî Tirkiyê û got: "Tirkiye ne welatek e bac û bêşan bide Emerîkayê".
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNA`yê, Suleyman Soylû bal kişand ser vê yekê ku Emerîka her tim gefên aborî li dijî Tirkiyê didomîne û diyar kir: "Ew çavrê ne ku bac û bêşan ji Enqerê bistînin li halekî ku Tirkiye dê bac û bêşan nede tu welatî".
Wezîrê Karên hundir yê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka her 10 an 20 salan carekê li dû istandina bac û bêşan ji Tirkiyê bûye û got: "Gefên aborî yên Emerîkayê li halekî ji sala 2017`an va pir zêde bûye ku Enqerê li hemberî vî welatî ber xwe daye".
Aloziyên navbera Enqerê û Waşengtonê piştî destpêbûna qeyrana li Sûriyê cidîtir bû û bi girêdana peymana kirrîna sîstema mûşekî ya S-400ê ji Rûsiyê tevî hişyariyên Waşengton pir zêde bû.
Li kiryara herî dawiyê ya Waşengtonê li dijî Enqerê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li daxûyaniyekê ragihand ku hevhatinnama ticareta tercîhî bi Tirkiye re îbtal bike