Durêya bijartina Tirkiyê navbera Rûsiye û Emerîkayê
Karzanekî meselên siyasî yên Tirkiyê got: Enqere ku bona nêzîkbûna zêdetir li Rûsiyê û curbicurkirina beşek ji kelûmel û çekên xwe sîstema mûşekî ya S-400 ji Moskowayê kiriye, ji ber zext û zorên Emerîkayê rastî pirsgirêkeka cidî li vê barê hatiye.
Li gorî rapora radyo Tirkiya Stembolî , Huseyn Kaya li bara zêdebûna aloziya navbera Tirkiye û Emerîkayê got. "Ev mijara di rojeva nûçên navçê û cîhanê de ye û girîniyeka taybet bo Rûsiyê, Emerîkayê û Tirkiyê heye".
Huseyn Kaya bal kişand ser vê yekê ku li encama zext û zorên cidî yên emerîkiyan rayeadrên Tirkiyê jî li vê barê şepirze bûne û got: "Ger li encama vê bijartinê, hevhatina kirîna sîstema mûşekî ya S-400ê îbtal bibe aloziya cidî di navbera Rûsiyê û Tirkiyê derkeve ji aliyekî va Waşengtonê hişyarî daye Tirkiyê ku ger sîstema S-400ê ji Rûsiyê bikire dê peymana firotina balefirên cengê yên nifşa pêncan F-35 bo Tirkiyê cih neyne".
Karzanê meselên siaysî yên Tirkiyê li dawiyê destnîşan kir: "Ev bijartina dê bijrtineka bi çarenivîs be bo rayedarên Tirkiyê û vî welatî ku dê bandoreke zêde bike ser kivşkirina helwesta siyasî ya vî welatî".