Zêdebûna kêşeya navbera Tirkiye û Amerîkayê li ser S-400'a Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305195-zêdebûna_kêşeya_navbera_tirkiye_û_amerîkayê_li_ser_s_400'a_rûsyayê
Karzanekî mijarên siyasî yên Tirkiyê got: Pêgiriya Tirkiyê jibo kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê kêşeyên navbnera Enqere û Waşîngtonê zêdetir ji ber kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2019 04:08 Asia/Tehran
  • Zêdebûna kêşeya navbera Tirkiye û Amerîkayê li ser S-400'a Rûsyayê

Karzanekî mijarên siyasî yên Tirkiyê got: Pêgiriya Tirkiyê jibo kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê kêşeyên navbnera Enqere û Waşîngtonê zêdetir ji ber kiriye.

Tirkir Erturk di gotûbêja digel radyoya tirkî ya Istenbûlî ya beşa dervesînorî ya IRIB Newsê, li bara gotinên rayedarên amerîkî yên li ser nebûna Tirkiyê di civînên têkildarî firokeyên şêrr ên amerîkî yên ji cûreya F35ê destnîşan kir: Li pey nêzikbûna dema radestkirina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê bo Tirkiyê, Amerîka hewuildana xwe jibo pêşîlêgirtina li vî karî zêde kiriye.

Karzanê mijarê siyasî yên Tirkiyê her wiha got: Rawestandina dewreyên fêrkirina firokevanên Tirkiyê ku li halê derbaskirina dewreyên fêrkariyên yên firokeyên şêrr ên F35ê ne jî ji kiryarên Amerîkayê li çarçova zexta li ser Tirkiyê ye.

Ertukî her wiha got: Her çend ku rayedarên Tirkiyê li dû çarserkirina mijara S400ê ji rêya gotûbêjê nne, lê amerîkî tu derfetekê jibo gotûbêjê nadin.

Bedrî Firat karzanê din ê mijarên siyasî yên Tirkiyê derbarê mijarav kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê û kêşeyên heyî di navbera Amerîka û Tirkiyê da ji radyoya Tirkî ya Istenbûlî ya IRIB Newsê ra got: Tirkiye ji dema ku rastiyên nexşeyên amerîkiyan derheqê Sûriyê û navçeyê fam kiriye, hewil dide ku herî pirtir xwe nêzikî Rûsiyê bike û amerîkiyan li navçeyê bixe bin zextê û kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê jî di vê çarçovê da ye.

Bedrî Firat her wiha got: Niha dewleta Tirkiyê bi berxwegirtina siyasetên taybet derbarê kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsyayê hewil dide ku bala raya giştî li hundirê Tirkiyê bikişîne  û  serpişkiyên ku dixwaze ji Amerîkayê bistîne.

Ji aliyê din va Îsmaîl Demîr, Rêvebirê Pîşeyên Berevaniyê yê Tirkiyê di nav koma nûçegihanan de got: Enqere amade ye ku li bara nîgeraniyên Waşîngtonê yên ji ber kirîna mûşekên S-400 gotûbêj bike. Li gorî gotina Demîr, Amerîkayê heta niha ti bersivek nedaye pêşniyara Enqerê jibo damezirandina komxebatekê jibo çareserkirina kêşeya li ser kirrîna S-400. Îsmaîl Demîr gotiye ku eger nîgeranî li ser babetên teknîkî yên ji ber bicihbûna S-400 li Tirkiyê heye, ewna amade ne ku di vî warî da gotûbêj bikin. Rayedarekî pileberz ê Tirkiyê jî ji Reutersê ra gotiye ku Hulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê vî welatî renge digel Patrîk Şanahan, sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ra li kêleka civîna serokên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku di 26 û 27ê Hezîranê da li Brûkselê tê lidarxistin, gotûbêj bike.

Reutersê her wiha ragihandiye ku fêrkirina firokevanên Tirkiyê li baregeha hêza esmanî ya Lûk a parêzgeha Arîzonayê jibo firokeyên şêrr ên F-35ê hatiye rawestandin.

Mayk Endro, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) gotiye ku haya wî ji rawestandina fêrkirin û firrîna firokevanên tirk li baregeha hewayî ya Lûkê heye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê her wiha gotiye ku eger guhertinek di siyaseta Tirkiyê da pêk neyê, hevkariya vî welatî li projeya çêkirina vê firokeyê jî dê were rawestandin.