Enqerê bertek nîşanî biryara Meclisa Nûneran a Amerîkayê da
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ber pejirandina plana "dilgiranîya ji ber hevalbendîya Amerîka-Tirkîyê" li Meclisa Nûneran a Amerîkayê rexne kir.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de wekî berteka himberî plana "Dilgiranîya ji ber hevalbendîya Amerîka-Tirkîyê" li Meclisa Nûneran a Amerîkayê ragihand ku tawanên bêbingeh ên ku di wê planê de têkildarî sîyasetên derve û Dezgeha Dadwerîya Tirkîyê hatine hilêxistinê, bi tu awayî nayên qebûlkirinê.
Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê da hatîye ku Enqere hertim pêgirîyê dike ku dema derketina nakokîyê, divê bi rêzgiritna li mafê serwerîya welatan muzakire pêk bê.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê roja Duşemê 10`ê Hezîranê planek ser navê "dilgiranîya ji ber hevalbendîya Amerîka-Tirkîyê" pejirand.
Di wê planê de ji Serokomarê Tirkîyê Receb Teybî Erdogan hatîye xwestinê ku xwe ji peywendîyên leşkerî yên digel Rûsyayê ku diqewime şirîkatîya Tirkîye û Amerîkayê û rola Enqerê li NATO`yê bêxin ber xeterê, dûr bikeve.