Amadetiya Tirkiyê jibo gotûbêja bi Amerîkayê ra derbarê S-400ê
Rêvebirê Pîşeyên Berevaniyê yê Tirkiyê qala amadetiya Enqerê jibo gotûbêja bi Waşîngtonê ra derbarê nîgeraniyên Amerîkayê li ser Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê kir.
Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Reutersê, Îsmaîl Demîr, Rêvebirê Pîşeyên Berevaniyê yê Tirkiyê di nav koma nûçegihanan de got: Enqere amade ye ku li bara nîgeraniyên Waşîngtonê yên ji ber kirîna mûşekên S-400 gotûbêj bike.
Li gorî gotina Demîr, Amerîkayê heta niha ti bersivek nedaye pêşniyara Enqerê jibo damezirandina komxebatekê jibo çareserkirina kêşeya li ser kirrîna S-400.
Nakokiya navbera Amerîka û Tirkiyê li ser kirrîna mûşekên S-400 di mehên vê dawiyê da gurrtir bûye. Îsmaîl Demîr gotiye ku eger nîgeranî li ser babetên teknîkî yên ji ber bicihbûna S-400 li Tirkiyê heye, ewna amade ne ku di vî warî da gotûbêj bikin.
Rayedarekî pileberz ê Tirkiyê jî ji Reutersê ra gotiye ku Hulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê vî welatî renge digel Patrîk Şanahan, sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ra li kêleka civîna serokên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku di 26 û 27ê Hezîranê da li Brûkselê tê lidarxistin, gotûbêj bike.
Reutersê her wiha ragihandiye ku fêrkirina firokevanên Tirkiyê li baregeha hêza esmanî ya Lûk a parêzgeha Arîzonayê jibo firokeyên şêrr ên F-35ê hatiye rawestandin.
Mayk Endro, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) gotiye ku haya wî ji rawestandina fêrkirin û firrîna firokevanên tirk li baregeha hewayî ya Lûkê heye.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê her wiha gotiye ku eger guhertinek di siyaseta Tirkiyê da pêk neyê, hevkariya vî welatî li projeya çêkirina vê firokeyê jî dê were rawestandin.