Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji Tirkiyê xwest ku kirîna çekan ji Rûsyayê rawestîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305176-meclisa_nûneran_a_amerîkayê_ji_tirkiyê_xwest_ku_kirîna_çekan_ji_rûsyayê_rawestîne
Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku bila kirîna çekan bi taybetî sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2019 13:50 Asia/Tehran
  • Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji Tirkiyê xwest ku kirîna çekan ji Rûsyayê rawestîne

Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku bila kirîna çekan bi taybetî sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê rawestîne.

Malpera Meclisa Nûneran a Amerîkayê ya Înternetî  ragihand ku serokê Komîta Karên Derve ya vê Meclisê Eliot Engel (Êlyot Engêl) û endamê derecebilind ê komarxwaz di nav vê komîteyê de Michael McCaul (Maykêl MekKawl) xwestin biryarnameyek wer pejirandin ku tê de ji hikûmeta Tirkiyê were xwestin peymana kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê îbtal bike.

Serokê Komîta Karên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê got: Tirkiyê bijareyeke zelal û eşkera li ber xwe heye an mûşekên S-400 ên rûsî bikire an jî pêşniyara Amerîkayê ya standina lezgîn a mûşekên Patriot qebûl bike, ez ji Tirkiyê dixwazim niha dest bikar bibe û Amerîka û NATOyê hilbijêre.

Hikûmeta Tirkiyê dibêje ku Tîrmehê wê mûşekên S-400 ên Rûsyayê bistîne. Tirkiye herwiha dixwaze ku 100 balafirên şêr ên F-35 hebe û di vî halî de li çêkirina wan mûşekan jî beşdar bibe.

Hikûmeta Donald Trump zorê tîne ser hikûmeta Enqerê ku dev ji kirîna S-400 berde, lê belê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi caran ev daxwaza Amerîkayê red kiriye.