Lavrov: Divê Tirkiye erkê xwe zû cîbicî bike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Idlibê de got: “Di çarçova peymana Soçiyê de ya ku serokomarên Tirkiye û Rûsyayê ew îmzakirin, mijara sereke ya vê peymanê veqetandina mixalifên çekdar ji terorîstên El Nusrayê ye ku rola sereke ya wê divê Tirkiye cih bîne.Vêca pêwîst e ev kara zûka were kirin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, rewşa dawî ya Idlibê û îdîayên ku Tirkiyê çekên nû ji grûpên çekdar re şandine nirxand. Lavrov, got wî 'nûçeyên ku dibêjin Tirkiyê çek şandine ji grûpên çekdar ên Idlibê re nedîtine', lê dîsan tekez kir ku li gor peymana Soçiyê li bendê ne Enqere 'erkê xwe yê veqetandina mixalifan ji terorîstan zû cîbicîh bike'.
Lavrov herwiha got: “Min ev nûçe nedîtine. Min belgeyeke wiha jî nedîtiye ka bingehê wan çekan vedigere çi cihekî. Ji ber li Idlibê gelek çek hene ku li rojava hatine berhemanîn.”
Lavrov dibêje, dê bersiveke wêranker bidin êrîşên terorîstên li Idlibê.
Lavrov got: “Di çarçoveya peymana Soçî de rêkeftin hatibû kirin ku çekdarên mixalif ji terorîstên El Nusrayê ku piştre bû Heyet Tehrîr el Şam bên veqetandin. Li gor Rêkeftina ku ji aliyê Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû îmza kirin, di vê mijarê de divê Tirkiye rola serekî bibîne.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku heta zû ye divê ev yek were kirin û got: “Wext diçe û ev terorîst berdewam êrîşên provaktîv(bi tehrîk) dikin, bi çekên curbicur ên wekî roketanda êrîşî çeperên artêşa Sûriyê, cihên sivîl û baregahê esmanî yê Himêmîm ê Rûsî dikin.”
Lavrov got, ne ew û ne jî artêşa Sûriyê van kiryaran bê bersiv nahêlin û dê bersiveke wêranker bidin wan.