Perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hat rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305159-perwerdekirina_pîlotên_tirkiyê_bo_bikaranîna_firokeyên_f_35_hat_rawestandin
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hatiye rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2019 06:49 Asia/Tehran
  • Perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hat rawestandin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hatiye rawestandin.

Piştî daxûyanî û nerazîbûnên dûr û dirêj ên Amerîkayê  di derbarê kirîna mûşekên S-400 de ji Rûsyayê, Waşîngtonê dest bi cîbicîkirina gefên xwe yên dijî Tirkiyê kir.

Ajansa Sky Newsê ragihand ku Pentagonê bi daxuyaniyekê wezareta parastinê ya Tirkiyê agahdar kir ku perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hatiye rawestandin.

Wekîlê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick Shanahan îna bihûrî gotibû ku Waşîngton heya 31 Tîrmehê derfetê dide Enqerê ku dev ji kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 ya Rûsyayê berde, lê Tirkiyê ev daxwaz qebûl nekir.

Biryar bû di meha Hezîranê de 20 û di meha Tirmehê de jî 14 pîlotên Tirkiyê biçin Amerîkayê û ji bo bikaranîna firokeyên F35 perwerde bibin. Lê Patrick Şanahan ji Hulusî Akar re bi zelalî dibêje: Êdî pîlotên Tirkiyê nayin perwerdekirin. Divê pîlotên Tirkiyê yên li Amerîkayê jî heta 31ê Tîrmehê vegerin welatê xwe.

Pentagon herwiha gef li Enqerê dixwe û diyar dike ku ji bo destberdana kirîna S-400 dema Tirkiyê hîn heye. Lê heger Tirkiye ji biryara xwe venegere, ev yek dê zirarê bide pêwendiyên wê yên bi NATOyê û dê ji aliyê aborî ve jî were cezakirin.

Di vî halî de serokê Pîşesaziya Berevaniya Rûsyayê Sergey Çemezov jî roja şemê dabû zanîn, ewê di nava 2 mehan de mûşekên S-400 radestî Tirkiyê bikin.

Enqere di Kanûna 2017 de peymanek bi Moskowê re îmza kiribû ji bo kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê.