Dewama dilgiranîyên cîhanî têkildarî dûhatên kemilîna Bendava Ilisû ya Tirkîyê
Bereberê destpêbûna qonaxa dawîn a barkirina avê li Bendava Ilisûyê li Tirkîyê, dilgiranîyên cîhanî têkildarî dûhatên vê projê nemaze li ser jîyana Kurdên Tirkîye, Iraq û Sûrîyê zêde bûne.
Dewleta Tirkîyê ser navê Proja GAP`ê, projên mezin ji wan lêkirina bendava mezin a Ilisûyê li başûra rojhilata vî welatî destpê kirîye û ragihandîye ku armanca vî karî dabînkirina beşeke girîng a ceryana pêwîst bo welêt û avdana zevîyan e û ser vê bawerê ye ku jîyana gelê ku li wê deverê dijîn û pirranîya wan Kurd in dê biguhere.
Lê ji ber hişyarîdayînên şarezayên çand û cografîyayê derheq dûhatên vê bendavê, gellek nîqaş ser vê mijarê derketine.
Serokomarê Tirkîyê ragihandîye ku barkirina teqil a avê li bendava Ilisûyê wê di Hezîrana îsal de destpê bibe. Ev meseleya bûye sedema dilgiranîyên cîhanî.
Heftenameya Al-Ahram Weekly ragihand ku teqilbûna barkirina avê li bendava Ilisûyê bûye sedema gellek dilgiranîyan li Ewrûpa û Iraqê ku dê bandoreke rasterast li vî welatî bike.
Bandora herîgirîng a bendava Ilisûyê ser Iraqê ku li ser çemê Diclê tê lêkirinê, kêmbûna ava vî çemî ye ku derbasî Iraqê dibe û di encamê da yê golmekên vî welatî bimilçiqin û rewşa cotkarîyê aloz bibe. Rayedarên iraqî hewil dane ku Tirkîyê ji vî karî vegerînin lê Tirkîyê ew dilnîya kirine ku dê bi qasê têrê avê sr iraqê da berdin.
Kovara Business Insiderê ragihandîye ku yek ji dûhatên avakirina bendava Ilisûyê ew e ku şarê pirranî Kurdnişîn ê Heskîfê bi kevnarîya xwe ya 12 hezar salî wê di bin avê de bimîne ku di encamê de berebere yê gundên derdora bendavê vala bibin û nêzî 70 hezar Kurd aware bibin.
Ercan Îyîboga çalakê dijberê vê projê li Tirkîyê hişyarî daye ku ev meseleya ne tenê bûye sedema dilgiranîya Ewrûpayê belkî dê bandoreke nerênî li jîyana bi hezaran kesî li Sûrîye û Iraqê jî bike. Ew hêvîdar e ku pê birêxistina kempêyneke din rayedarên dewleta Tirkîyê neçar bibin ku barkirina avê li bendava Ilisûyê paşda bixin.