Artêşa Tirkîyê komeke din a leşkerî şande sînorên Sûrîyê
Hezîran 09, 2019 14:36 Asia/Tehran
Artêşa Tirkîyê karwanekî leşkerî pêkhatî ji maşînên zêrêhpûş ji serbazgehên curbicur ên vî welatî şande sînorên Sûrîyê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, ligorî agahîyên ku ji Fermandetîya Hêzên Çekdar a Tirkîyê hatine bidestxistinê, karwanekî leşkerî pêkhatî ji maşînên zêrêhpûş ji serbazgehên curbicur ên vî welatî ber bi sînorên Sûrîyê va hat şandinê.
Piştî gurrbûna pevçûnan li Idlibê, Tirkîyê şandina karwanên leşkerî ber bi wê parêzgehê va zêde kir.
Ew karwanê leşkerî yê Artêşa Tirkîyê jî şevê derbasî parêzgeha Hatayê bûye û ber bi devera sînorî ya Kirkihanê va çûye û li sînorê Sûrîyê bi cih bûye.