Amerîka gefên xwe yên li dijî Tirkiyê têxe meriyetê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305096-amerîka_gefên_xwe_yên_li_dijî_tirkiyê_têxe_meriyetê
Piştî daxûyanî û nerazîbûnên dûr û dirêj ên di derbarê kirîna mûşekên S-400 de ji Rûsyê, Amerîka dest bi cihanîna gefên xwe yên dijî Tirkiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2019 07:50 Asia/Tehran
  • Amerîka gefên xwe yên li dijî Tirkiyê têxe meriyetê

Piştî daxûyanî û nerazîbûnên dûr û dirêj ên di derbarê kirîna mûşekên S-400 de ji Rûsyê, Amerîka dest bi cihanîna gefên xwe yên dijî Tirkiyê kir.

Wekîlê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Patrick Shanahan bi nameyekê ji wezîrê bewrevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re ew agahdar kir ku perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hatiye rawestandin.

Di nama hanê de pêvajoya derxistina Tirkiyê ji bernama firokeyên F-35 hatiye aşkerekirin û gavên ku dê li dijî Tirkiyê werin avêtin, hatine nivîsandin.

Biryar bû di meha Hezîranê de 20 û di meha Tirmehê de jî 14 pîlotên Tirkiyê biçin Amerîkayê û ji bo bikaranîna firokeyên F35 perwerde bibin. Lê Patrick Şanahan ji Hulusî Akar re bi zelalî dibêje: Êdî pîlotên Tirkiyê nayin perwerdekirin. Divê pîlotên Tirkiyê yên li Amerîkayê jî heta 31ê Tîrmehê vegerin welatê xwe.

Pentagon herwiha bijardeyekê datîne pêşiya Enqerê û dibêje, ji bo destberdana ji kirîna S-400 dema Tirkiyê hîn heye. Lê heger Tirkiye ji biryara xwe venegere, ev yek dê zirarê bide pêwendiyên wê yên bi NATOyê û dê ji aliyê aborî ve jî were cezakirin.

Ligel van gefan, Enqere ji gotina xwe nayê xwar. Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan berî niha çend rojan bi zelalî gotibû: Ew ji kirîna S-400 venagerin.

Duh jî Serokê Pîşesaziya Berevaniya Rûsyayê Sergey Çemezov jî dabû zanîn, ewê di nava 2 mehan de mûşekên S-400 radestî Tirkiyê bikin.