HDP: Kurdên Istenbolê dengê xwe nadin Binalî Yildirim
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305059-hdp_kurdên_istenbolê_dengê_xwe_nadin_binalî_yildirim
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê radigihîne, Kurdên Istenbolê ji ber bikaranîna navê Kurdistanê, dengê xwe nadin Bînalî Yildirimî.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Hezîran 07, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • HDP: Kurdên Istenbolê dengê xwe nadin Binalî Yildirim

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê radigihîne, Kurdên Istenbolê ji ber bikaranîna navê Kurdistanê, dengê xwe nadin Bînalî Yildirimî.

Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî bersiva namzetê AKP`ê yê Şaredariya Istenbolê Bînalî Yildirimî dide û dibêje: AKP di siyaseta xwe ya li hember pirsa Kurdan de, ne dilsoz û rastbêj e. Berpirsên AKP`ê li Istenbolê dibêjin Kurdistan nîn e, lê li Diyarbekirê dibêjin heye.

Berbijarê AKP`ê yê ji bo Şaredariya Istenbolê Bînalî Yildirim ji bo ku di hilbijartinên 23`yê Hezîranê yên Istenbolê de bikaribe dengê Kurdan wergire îro serdana Dîyarbekrê kir.

Bînalî Yildirim serdana Diyarbekirê kiribû û gotibû, di dema avabûna parlementoya Tirkiyeyê de, parlementerên Kurdistanê jî hebûn.

Hevserokê HDP`ê herwiha got, Bînalî Yildirim ji bo Kurd dengê xwe bidin wî li Diyarbekirê peyva Kurdistanê anî ser zimanê xwe. Lê Kurdên Istenbolê dengên xwe nadin wî.

Di hilbijartinên 31`ê Adarê li Istenbolê, derkete holê ku bêyî dengê kurdan tu partiyek nikare bi hêsanî ser bikeve. Ji ber vê yekê hem CHP û hem jî AKP`ê çav berdaye dengê kurdan. Çavê CHP`yiyan zêdetir li dengê kurdên HDP`yî ye. Çavê AKP`ê jî li dengê kurdên muhafazakar e. Wisa diyar e ku kurd dê di hilbijartinên 23`yê Hezîranê de careke din li Istenbolê bibin kilîta serkeftin an jî binketina aliyekî.