Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Operasiyona dervesînorî ya artêşa Tirkiyê dê were domandin
Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ku di nuxteya sifir a sînorî ya bakurê Irqê ye di axaftinekê de got: Operasiyona dervesînorî ya artêşa Tirkiyê dê were domandin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rojnmeya Bîrgûnê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ku hevrê digel fermandarên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê çûye baregeha leşkerî Boyok Toprakiyê li nuxteya sifir a sînorî digel bakurê Iraqê, di seredana ji vê baregeha leşkerî ya artêşa Tirkiyê de got: "Operasiyona Çengalê (Çing) di bakurê Iraqê de didome. Em ketine nava wan û heta dema ku dawîn hêzên wan ji wan paqij nekin, emê dernekevin".
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di dewama gotinên xwe de derbarê operasiyonên dervesînorî yên artêşa Tirkiyê îdia kir: "Em ji aliyekî ve çalakiyên xwe yên leşkerî di qada operasiyonî ya Mertala Firatê li bakurê Sûriyê bêrawestan didomînin. Planên di qada operasiyona Çiqla Zeytûnê jî didomin. Ji aliyê din ve em li Idlibê piştevaniya ji bindestan û welatiyên bêguneh didomînin. Em jibo pêkhatina agirbes û aramiyê li wir her karê ku ji destê me bê dikin. Têkilliyên lzim bi aliyê rûsî re didomin. Emê operasiyonên xwe yên dervesînorî bidomînin".