Pêkutîya Enqerê ser krrîna mertala mûşekî ya S-400`ê tevî zextên Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304974-pêkutîya_enqerê_ser_krrîna_mertala_mûşekî_ya_s_400_ê_tevî_zextên_amerîkayê
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan careke din radigihîne: Ew ji kirîna S400`ê poşman nabin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2019 14:24 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Enqerê ser krrîna mertala mûşekî ya S-400`ê tevî zextên Amerîkayê

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan careke din radigihîne: Ew ji kirîna S400`ê poşman nabin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Erdogan piştî nimêje cejnê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser meseleya kirîna sîstema mûşekî ya S-400`ê diyar kir: Em têkildarî peymana ligel Rusyayê ya kirîna mûşekên S-400`ê micidd in û jê venagerin.

Erogan got: Li ser meseleya S-400`ê gava ku me avêtiye diyar e. Me rêkeftinek wajo kiriye û em rijd in li ser wê rêkeftinê. Bi ti awayî em nikarin ji biryara xwe paş ve vegerin.

Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Me pêşniyarek raberî Amerîkayê kir. Me got em şandeyên hevbeş ava bikin û bila ev şande li ser S-400`ê xebat û lêkolînê bikin. Lê Amerîkayê bersiveke bi dilê me neda.