Tirkiye: Bajarokçêkirinên Israîlê li dijî qanûnên navneteweyî ye
Wezareta karên derve ya Tirkiyê Şemiyê bi şev bi daxûyaniyekê dewama bajarokçêkirina siyonîstan li erdên dagirbûyî şermezar kir û li ser piştevaniya ji gelê Filistînê pêgirî kir.
Li gorî rapora Al Alamê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê di vê daxûyaniyê de tevî şermezarkirina bajarokçêkriinên Rêjîma Siyonîst ragihand: Dewama bajarokçêkirinên neqanûnî yên Rêjîma Siyonîst li Filistînê heta di meha bimbarek a Remezanê de, mînakek ji nêrîna nemirovane ya vê rêjîmê ye.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê bal kişande ser plana Rêjîma Siyonîst jibo çêkirina 800 malên nû li Qudsê û destnîşan kir: Kiryarên Rêjîma Siyonîst li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Yekîtiya Ewropayê jî Şemiyê biryara Rêjîma Siyonîst jibo çêkirina malên nû li Qudsa dagirbûyî şermezar kir.
Wezareta malan û çêkirina bajaran a Rêjîma Siyonîst roja Îniyê plana îhaleya çlkirina 805 malên nû li Qudsa dagirbûyî pesend kir.
Rêjîma Siyonîst hertim bêyî berçavgirtina daxwaza civaka cîhanî bajarokên nû çêdike û di vî warî da ji aliyê Amerîkayê va tê piştgirîkirin.
Tevahiya van bajarokan li gorî qanûnên navneteweyî neqanûnî ne.
Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), 23ê Kanûna 2016an b biryarnameyekê (Biryarnameya 2334) ji Rêjîma Siyonîst xwest ku bilerz û bi awayekî tam û temam tevahiya bajarokên bajarokçêkirinê yên xwe li erdên dagirbûyî bide rawestandin.