Serokê MHP`ê piştgirî da guhertina qanûnên dadwerîya Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304907-serokê_mhp_ê_piştgirî_da_guhertina_qanûnên_dadwerîya_tirkîyê
Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da piştgirî da pakêta guhertinên qanûnên dadwerî û cezayê yên vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2019 12:29 Asia/Tehran
  • Serokê MHP`ê piştgirî da guhertina qanûnên dadwerîya Tirkîyê

Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da piştgirî da pakêta guhertinên qanûnên dadwerî û cezayê yên vî welatî.

Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê bi piştgirîya ji guhertinên qanûnên dadwerîyê ragihand ku guhertina pergala sîyasî ya vî welatî ji parlimanîyê bo serokatîyê bûye sedema hin guhertinên erênî wekî mînak pêşnumaya çaksazîya di Dezgeha Dadwerîyê de ku ji hêla Serokomarê vî welatî va hatîye raberkirinê.

Eva di halekî da ye ku hin neyarên Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan ragihandine ku pakêta çaksazîya di Dezgeha Dadwerîyê de û efûkirina bi hezaran kesên girtî, jibo hilbijartinê û serketina dubare ya AKP`ê di hilbijartinên şaredarîya Istenbolê da ne.