Wan nêzî hezar rojan e ku di Rewşa Awarte da ye
Rewşa Awarte ku bi piştgirîya 3 qayimeqamênm vê dawîyê gihîştîye 922 rojan bi şiklên yekmehî û panzderojî bi awayekî berdewam tê dirêjkirinê.
Rojnama Yeni Yaşamê nivîsî: Bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê û ragihandina Rewşa Awarte li vî welatî jibo cara yekem li parêzgeha kurdnişîn a Wanê di 21`ê Mijdara 2016`an de lidarxistina meş û xwenîşandanê li hat qedexekirinê. Ew biryara ku ji hêla qayimeqamê wê demê yê Wanê Ibrahîm Taşyapan ve hat dayînê, ji hêla qayimeqamê piştî wî Mirad Zorluoglu va jî hat şopandinê û niha ji hêla qayimeqamê ser postê Mehmedemîn Bîlmez va jî di destûrkarê da cî girtîye.
Rewşa Awarte li Wanê ketîye roja 922`yan û di vê heyamê de hemî plan û merasimên sazîyên sivîl, partîyên sîyasî û qewareyan hatine qedexekirinê û eva di halekî da ye ku rê hatîye dayîn merasimên qewareyên nêzîkî AKP`ê ji ``rakirina alayê``, meşa bo şermezarkirina drbeya 15`ê Tîrmehê``, xwendina daxûyanîyê têkildarî şermezarkirina Israyîlê`` û hwd...bên lidarxistinê.