Pêgirîya Çavûşoglu ser berpirsîya Sazîya Hevkarîya Islamî di warê parastina Qudsê da
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku parastina Qudsê û hewildana jibo pêkanîna dewleta serbixwe ya Filistînê ``erka dîrokî`` ya welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî ye.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu îro di civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê Sazîya hevkarîya Islamî li Ceddeya Erebistanê de ragihand: Heke welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî armanca pêkanîna vê sazîyê ku parastina cîgeha dîrokî ya Qudsê ye ji bîr bikin, divê himberî ometa islamê bersivê bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê amajeyî dewama zextên israyîlê ser filistînîyan, girtinên bêheger, koçberkirina bi zorê û berfirekirina neqanûnî ya çêkirina bajarokan li erdên Filistînê kir û got: Welatên islamî nabe himberî zilma ku dixwaze misilmanan ji qibleya yekem a wan bêpar bike, teslîm bibin.
Çavûşoglu herwiha got: Sazîya Hevkarîya Islamî her plana ku ser bingeha pêkanîna dewleta serbixwe ya Filistînê bi paytextîya Qudsê nebe, bê guman dê qebûl neke.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di vê civînê da serokatîya dewrê ya Sazîya hevkarîya Islamî ku ji sala 2016`an ve di destê Tirkîyê de bû, siparte Erebistanê.