Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li ser berdewamiya şêr li bakura Iraqê pêgîrî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304803-wezîrê_berevaniyê_yê_tirkiyê_li_ser_berdewamiya_şêr_li_bakura_iraqê_pêgîrî_kir
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî kar got: Tirkiye şerê hewayî û bejahî li dijî PKK berdewam dike û herwek berê vê carê jî îdia ku em ê bikevin hemû şekeftên Qendîlê, ev a di rewşekê ye ku rayedarên iraqî derheq van êriş û desdirêjiyan ser axa Iraqê nerizamendiya xwe diyar kirin û xwest ku Tirkiye van êrişên xwe ku pircaran xelkê sivîl dibin gorî rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2019 10:01 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li ser berdewamiya şêr li bakura Iraqê pêgîrî kir

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî kar got: Tirkiye şerê hewayî û bejahî li dijî PKK berdewam dike û herwek berê vê carê jî îdia ku em ê bikevin hemû şekeftên Qendîlê, ev a di rewşekê ye ku rayedarên iraqî derheq van êriş û desdirêjiyan ser axa Iraqê nerizamendiya xwe diyar kirin û xwest ku Tirkiye van êrişên xwe ku pircaran xelkê sivîl dibin gorî rawestîne.

Li gor Anadoluyê, balafirên Artêşa Tirkyê bargehên PKKê li Bakûrê Kurdistana Iraqê bombebaran kirin. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, ew ê hemû baregehên PKKê tune bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar got: Artêşa Tirkiyê bi navê "Operansa Pençe" li dijî çekdarên PKK dest bi operasyoneke berfireh kiriye gelek dever ji wan çiyayên Asos û Qendîlê bombebaran kirine.

Akar hwerwiha got: Armanca operasyonê ew e, hemû senger û binkeyên PKKê bên jinavbirin û ew bibiryar in li deverê bikevin hemû şikeft û sengeran.

Akar herwiha got: Bi çek û derfetên xwe yên netewî van operasyonan encam didin. Medya Tirkiyê daxuyaniya Hulusî Akar, wek destpêkirina operasoyna Qendîlê binav dike.

Çend rojan berî niha wezareta derve ya Iraqê bi bankirina sefîrê Tirkiyê li Bexdayê bo wezareta derve nerazîbûna Bexdayê derheq binpêkirina herêma hewayî ya Iraqê ji aliyê Tirkiyê diyar kir û ji vî welatî xwest desdirêjiyên xwe ser axa Iraqê rawestîne.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta AKPê hergav di berberê hilbijartinan ji bo bidestxistina dengê nijadperestên tirk, operasiyonên wiha li dijî PKK û carna jî li dijî kurdên Sûriyê dide despêkirin.