Yekîtîya Ewropayê: Em ê mûzakereyên nû ligel Tirkiyê nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304800-yekîtîya_ewropayê_em_ê_mûzakereyên_nû_ligel_tirkiyê_nekin
Yekîtîya Ewropayê (YE) li ser proseya pêşketinê ya Tirkiye û heft welatên din raporek amade kiriye. Li gor raporê Tirkiye di warê aborî û mafê mirovan û gelek mijarên din de bişûnda ketiye, lewma YE wê ligel Tirkiyê dest bi mûzakereyên nû neke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2019 08:31 Asia/Tehran
  • Yekîtîya Ewropayê: Em ê mûzakereyên nû ligel Tirkiyê nekin

Yekîtîya Ewropayê (YE) li ser proseya pêşketinê ya Tirkiye û heft welatên din raporek amade kiriye. Li gor raporê Tirkiye di warê aborî û mafê mirovan û gelek mijarên din de bişûnda ketiye, lewma YE wê ligel Tirkiyê dest bi mûzakereyên nû neke.

Duh çarşemê 29. 05. 2019an Yekîtiya Ewropayê rapora proseya pêşketinê (berfirebûnê) aşkere kir. Rapor ya 1ê Adara 2018ê heta 1ê Adara 2019an e. Berpirsa Bilind ya Karên Derve û Siyasetên Ewlehîyê ya Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogherini û endamê Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Johannes Hahn rapora navborî xwendin.

Hahn diyar kiriye ku Tirkiye di warê aborî û mafê mirovan û gelek mijarên din de ti pêşketinek bi dest nexistiye vêca li gor pêşbînîyên wan pêngaveka nû ya mûzekereyên digel Tirkiyê dê cih neyê.

Di raporê de hatiye diyarkirin di rewşa awarte de hin qanûn hatine qebûlkirin. Bi qanûnên nû karmendên dewletê (dadger jî tê de) ji karên wan hatine avêtin. Dema girtîbûna welatiyan hatiye dirêjkirin. Mafê seyahetê hatiye astengkirin. Hikûmetê desthilata waliyan zêde kiriye. Bi van guhertinan mafên bingehîn yên welatiyan hatine binpêkirin.

Xwediyên medyayê ne zelal e kî ne. Guman heye ku azadîya edîtoran nebe. Li gor raporê divê Tirkiye li ser îqlîmê dest bi xebatên rêk û pêk bike.