ِDawûdoglu: Him hikûmet û him jî PKK`ê azadîya welatîyan binpê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304742-ِdawûdoglu_him_hikûmet_û_him_jî_pkk_ê_azadîya_welatîyan_binpê_dike
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu bi awayekî nerasterast rexne li PKK û hikûmeta Tirkiyê girt û got ku hikûmeta Tirkiyê bi hinceta ewlekariyê, azadiya welatiyan binpê dike. PKK jî bi hinceta doza azadiyê, ewlekariya welatiyan binpê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2019 10:34 Asia/Tehran
  • ِDawûdoglu: Him hikûmet û him jî PKK`ê azadîya welatîyan binpê dike

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu bi awayekî nerasterast rexne li PKK û hikûmeta Tirkiyê girt û got ku hikûmeta Tirkiyê bi hinceta ewlekariyê, azadiya welatiyan binpê dike. PKK jî bi hinceta doza azadiyê, ewlekariya welatiyan binpê dike.

Davutoglu di dema ku behsa avakirina partiyeke nû ji aliyê wî ve tê kirin de, serdana Diyarbekirê kir û di konferanseke rojnamevanîyê de got: “Hin kesan gotin em ê ji bo berjewendiyên bilind ên dewletê ewlekariya we biparêzin, lê hûnê daxwaza azadiyê nekin. Hin kes jî hatin û gotin ji bo azadiyê pêwîst e nîzama civakê were tinekirin. Niha divê em van her du hizran bişkênin.  Dema ez Serokwezîr bûm min her tim behsa girîngiya nîzama civakê kir. Ger li cihekî nîzama civakê nebe, li wir azadî û ewlekarî jî nabe. Em ê xwedî li nîzama civakê derkevin û ji azadiya xwe jî paşde gavan navêjin. Dirûşma me ya bingehîn ev e.  Li her derî û ji bo her kesî azadî.”