Demirtaş: Heke derfetê bidin Ocalan, bidestxistina aştî û dêmokirasîyê dê pêkan be
Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî alûgurên vê dawîyê têkildarî rakirina tecrîda ser Ocalan û weşandina peyama wî kir û got: Heke derfetê bidin Ocalan, bidestxistina aştî û dêmokirasîyê dê pêkan be.
Ligorî rapora Rijnama Evrenselê, Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş di civîneke çapemenîyê de ku ji Zîndana Edirnê hat lidarxistinê, bi awayekî nivîsî bersiva 34 rojnamevan, nivîskar û nûçegîhanan da ku di pişkeke wê da têkildarî rakirina tecrîda ser Ocalan û weşandina peyama wî kir û got: Sîyaseta tecrîdê yek ji sîyasetên herîmezin e ku zîyanê digihîne Tirkîyê. Ez dilnîya me kutakirina vê sîyasetê dê xêrê bigihîne Tirkîyê. Ez ji ber kutabûna grevên birsîbûnê ku giheştin encamê, gellekî kêfxweş im. Niha ez nizanim demajoya ku ji vir pê ve yê pêk bê ber bi kîjan alîyî va were kişandinê, tenê xala herîgirîng domandina têkoşînê bêyî destkişandina ji dêmokirasî û aştîyê ye. Me soza dêmokirasî û aştîyê daye hemî kesên ku di demajoya grevên birsîbûnê de berdêl dane û canê xwe fida kirine. têkildarî rakirina tecrîda ser Ocalan û weşandina peyama wî kir û got: Heke derfetê bidin Ocalan, bidestxistina aştî û dêmokirasîyê dê pêkan be.
Wî derbarê hilbijartinên Şaredarîya Istenbolê ku wê di 23`yê hezîranê de were lidarxistinê jî kir û got: Jibo gelê ku ji cemserîbûn, zimanê hêrsê û gêreyan westîyaye, zimanekî himbêzker û yekitîçêker pêwîst e ku bi bawerîya li vê mijarê bangî gel bike. Civak jî qîmetê dide wî zimanî. Ez çawan ku dema derveyî zîndanê bûm û min bi caran pêgirî kirîye, nabe mirov hêvîyê bi kean ve girêde. Isûlên bingehîn û yekitîya ser bingeha wan isûlan jibo birêxistina têkoşînê pêwîst e. Her kes divê bi awayekî berfire piştgirîyê bide bereyên dêmokirasîyê. TÊkoşîna ku ser bingeha kesan were damezirandinê, yê têra damezirandina çanda dêmokirasîyê nebe. Jibo piştgirîya kêrhatî û mentiqî ji birêz Imamoglu di civakê da jî hema ev yeka ye.
Helwestên HDP`ê derbarê hilbiajrtinên 23`yê hezîranê de aşkira ne. Helwestên min jî helwestên partîya min in. Ez alûguran dişopînim, rawêjkarîyan digel partîya xwe dikim. Min ji destpêkê heta dawîyê karên Imamoglu hilkolandin. Gellekî serketî kar kirîye. Destên wî neêşin.