Serokê CHP`ê: Cihê nîqaşa ser Zimanê Dayîkê, Parlimana Tirkîyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304719-serokê_chp_ê_cihê_nîqaşa_ser_zimanê_dayîkê_parlimana_tirkîyê_ye
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) di hevdîtina digel hin serokeşîrên Kurd û Ereb ên başûra rojhilata Tirkîyê da amajeyî vê yekê kir ku fêrbûna Zimanê Dayîkê mafê rewa yê her welatîyekî ye û dîyar kir: Cihê nîqaşa ser Zimanê Dayîkê, Parlimana Tirkîyê ye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
May 27, 2019 12:24 Asia/Tehran
  • Serokê CHP`ê: Cihê nîqaşa ser Zimanê Dayîkê, Parlimana Tirkîyê ye

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) di hevdîtina digel hin serokeşîrên Kurd û Ereb ên başûra rojhilata Tirkîyê da amajeyî vê yekê kir ku fêrbûna Zimanê Dayîkê mafê rewa yê her welatîyekî ye û dîyar kir: Cihê nîqaşa ser Zimanê Dayîkê, Parlimana Tirkîyê ye.

Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Serokê CHP`ê herwiha got: Meseleya Kurdan heta roja îro li pişt derîyên girêdayî hatîye hilêxistin û şopandinê. Muzakire û nîqaşên di vî warî de zelal nebûne. Fêrbûn, xwendin û nivîsîna bi Zimanê Dayîkê mafê rewa yê her welatîyekî ye. Lê cihê nîqaşa ser vê mijarê Parlimana Tirkîyê ye. Divê zemîneya pêbawerîyê were pêkanînê û çek ji holê rabin. Mirov nikare bi çekan tiştekî bi dest bixe. Têror û şîdeta ku li herêmê heye gelê vê herêmê û herêmê xwe ji nav dibe. Divê ev meseleya zûka were çareserkirinê.

Serokê CHP`ê herwiha got: Em dizanin ku li Şaredarîya Istenbolê dewrên fêrbûna Zimanê Kurdî tinene. Birêz Ekrem Imamoglu vê mijarê ji nêzîk va dişopîne. Dewrên fêrkirinê dikarin bên lidarxistinê. Heke di vî warî da daxwaz hene, lidarxistina wan dewran bêveger e.