Pêgiriya Tirkiyê li ser kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê destnîşan kir ku ev welata jibo kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ciddî ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Silêman Soylû roja Yekşemiyê got: Kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ji bo Tirkiyê pêwîst e.
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê her wiha got: Enqere jibo wergirtina Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ciddî ye.
Erdoxanê serokomarê Tikriyê jî demek beriya niha gotibû ku Enqere tevî hebûna gef û dijayetiyên Waşîngtonê, dê Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê bikirre.
Li gorî girêbesta Tirkiyê digel Rûsiyê, Tirkiye biryar e çar Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê bi bihayê 2.5 miliyar dolarî ji Rûsiyê bikirre.
Yekem raporên derbarê biruyara Tirkiyê ji bo kirrîna pergala berevaniya mûşekî ya S400ê ji Rûsiyê di Mijdara sala 2016an da li mêdyayan hat weşandin.
Rûsiyê jî di 12ê Îlona sala 2017an da ragihand ku lihevkirinek derbarê firotina pergala berevaniya mûşekî ya S400ê bi Tirkiyê ra girêdaye.
Beriya niha Amerîkayê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji biryarnameya Tirkiyê bona kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê, hişyarî dabû ku Enqere divê vî karî neke û eger hat û ev kar kir, ewê êdî Pergalên Patriyota Amerîkayê wernegire.
Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.
Çarlêz Samêrz berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ameîkayê (Pêntagon) vê dawiyê di civîneke nûçeyî da ragihand ku kirrîna Pergala Berevaniyê ya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê dê dûhatên bixeter ji Tirkiyê ra bîne.
Samêrz got: Tirkiye bi kirrîna Pergala Berevaniyê ya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê dê Firokeyên Şêrr ên F35 û Mûşekên Patriyot ên Amerîkayê bi dest nexe.
Amerîkayê demek beriya niha yekem pêngava jibo rawestandina firotina Firokeyên Şêrr ên F35 û Mûşekên Patriyot ên Amerîkayê bo Enqerê rakir û veguhestina alavên vê firokeyê bo Tirkiyê da rawestandin.