Pirsgirêka çayê, yek ji pirsgirêkên bê çareserî li Tirkîyê
Rojnama Yeni Asyayê di nivîsara xwe ya ser navê ``derdê çayê`` de dewama pirsgirêkên cotkaran û werzikarên çayê li Tirkîyê nirxandin.
Farûq Çakir nivîskarê Yeni Asyayê di wê meqaleya xwe da dinivîse: Dewama pirsgirêkên cotkaran li Tikîyê bi awayekî giştî bala her kesî kişandine. Em di dewrekê da basa wan pirsgirêkên cotkaran dikin ku heta pîvaz û kartol jî ji derve tên kirînê. Ji ber wan pirsgirêkana zêde ji 200 hezar malbatên ku bi rêya çayê debara xwe dikin, ne cida ji vê mijarê ne. Bi rastî ku mijara çandina çayê bûye pirsgirêkeke bê çareserî li Tirkîyê. Pirranîya berhemîneran pêrgî işkestê bûne. Çi ji hêla bihayê va û çi jî ji hêla kirîya tranzîtê hertim pêrgî pirsgirêkê dibin. Ji bilî vîya çawanîya serederîya pişka nedewletî jî werzikar, cotkar û berhemînerên çayê bêzar kirine û zebirandine. Çay divê bibe çavkanîyeke derhata sereke ne ku ji bi dûrxistina ji rojevê pêrgî alûgurên demlidest bibe.