Şandina berfireh a çek û sîlehan ji Tirkiyê bo terorîstan li Idlibê
Tirkiyê hevgavê giranbûna pevçûnan li parêzgeha Idlibê û Hemahê navbera terorîstan bi artêşa Sûriyê re, çend barên mezin ên çek û sîlehan bo terorîstên bereya El-Nusreyê şandin.
Li gorî rapora Fars News`ê, hevgavê gurrbûna pevçûnan li parêzgeha Idlibê navbera terorîstan bi artêşa Sûriyê re ,hin çavkanî li nav neyaran li bara derbaskirina çekên nû yên Tirkiyê bo vê parêzgehê agahî dan.
Ev çekên nû bi armanca xurtkirina terorîstan li hember artêşa Sûriyê gihêştiye destê hin komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji wan bereya El-Nusreyê.
Artêşa Sûriyê ji sê heftiyan berî niha ve û piştî binpêkirina bi caran a hevhatina `` navça Kêm Kêşe`` li parêzgeha Idlibê û bakurê Hemahê, operasyona hewayî û bejahiyê li dijî terorîstan li bakurê parêzgeha Hemahê û başûrê parêzgeha Idlibê destpê kiriye ku operasyona herî mezin a artêşa Sûriyê ji havîna par va tê hesabê
Malpera Middle East Online û ji zarê du kes ji kesayetiyên neyar ên Sûriyê nivîsiye ku Tirkiye li rojên buhurî û piştî işkesta li gotûbêjên bi Rûsiyê re bona kêmkirina pevçûnan li Idlibê, çekên zêdetir bo komên çekdar li vê parêzgehê şandine. Tirkiye dilgiran e ku bi zêdebûna pevçûnan pêla nû ya derbasbûna awareyên sûrî bo vî welatî destpê bibe.
Yek ji neyaran gotiye ku karwanê eskerî yê Tirkiyê gihêştiye meqereke li bakurê Hemahê li nêzîkî navça Cebel Zawiyê ku di kontrola neyaran de ye. Navça ku li heftiyên derbasbûyî armanca bombebarana balefirên cengê yên rûsî û sûrî bû.
Fermandeyekî neyaran jî gotiye ku Tirkiyê bi dehan trimbêlên zirihî û avêtina mûşekên Grad û mûşekên li dijî tankê û mûşekên Tad daye wan ku ev çek û sîleh roleke zêde li kontrola dubare ya bajarokê Kefernebûdê û paşdevekişyana artêşa Sûriyê hebûye.
Tirkiyê hevgavê şandina gelek çek û sîlehan, lê xebitiye ku komên terorîstî dev ji pirsgirêkên xwe berdin û li dijî artêşa Sûriyê bibin yek. Li vê çarçoveyê terorîstên koma artêşa neteweyî ku ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibin û li nêzîkî sînorên bakurê rojava Sûriyê bi Tirkiyê re bi cih bûne ber bi başûrê Idlibê û bakurê Hemahê hatine şandin da ku di bereya pêşiyê ya pevçûnan de bi cih bibin.
Di eynî demê de çavkaniyeke nêzîkî artêşa Sûriyê ji Reuters`ê re gotiye ku artêşê li 24 sietên buhurî, gelek çek û sîleh bona vekirina bereyeke nû li Idlibê şandine. Artşa Sûriyê duh raghand ku êrişên xwe li dijî terorstan li bakurê rojava welêt zêde dike.
Pevçûnên navbera artêşa Sûriyê û komên terorîstî bi serkirdetiya bereya El-Nusre li başûrê parêzgeha Idlibê û bakurê parêzgeha Hemahê li dawiya heftiya buhurî herî gurr bû û terorîst bi çekên ku ji Tirkiyê gihêştibûn est wan, êrişên xwe girantir kirin û karîn ku kontrola bajarê Kefernebûdê cardinê bigrin destê xwe.
Parzêgeha Idlibê û beşek ji bakurê parêzgeha Hemahê dawîn navça di bin kontrola terorîstên sûrî ye û ev pevçûn li halkeê cih tên ku li gor hevhtina welatên Tirkiyê,Rûsiyê û Îranê parêzgeha Idlibê û bakurê Hemahê bin hevhatina navça kêmkêşe tên pênasekirin. Li gorî vê hevhatinê Tirkiyê 12 navendên çavdêriyê û Îran û Rûsiye sercem 8 navendên çavdêriyê li Idlibê ava kirin. Tirkiyê navendên çavdêriya xwe zêde kirine û kirine 20 navend.